Rewşa Awarte li hin bajarên kurdan ên Tirkiyê
Îlon 14, 2015 09:35 Asia/Tehran
Rayedarên Tirkiyê cardin ji saet 19 roja yekşemê li gor dema herêmê heya demeke nediyar li bajarê kurdnişîn a Cizîrê Rewşa Awarte ragihandin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Rewşa Awarte ya 8 rojî li cizîrê saet 7 roja şemiyê kuta bû û roja yekşemê meytên kesên ku li dereqa çend rojên Rewşa Awarte ji ber pevçûnan an mirina siruştî canê xwe ji dest dabûn hatin binax kirin. Ji roja şemiyê heya berêvara yekşemê li vî bajarî zêde ji 20 meyt hatine binax kirin.Xelkê Cizîrê ku ji 8 rojan berî niha ve nedikarîn derkevin kolan û çarsiyan û hatûçûnê bikin ji roja şemiyê ve bi kutabûna Rewşa Awarte xwe gihandin dikanan û li gorî nivîsa medyan, li çend saetan kelûmelên dikanan vala kirin.
Li gorî vê raporê, walîtiya Şirnaxê roja yekşemê cardin li Cizîrê hikûmeta eskerî ragiahnd lê dema kuta bûna wê nehatiye kivş kirin.
Ji ber gurrbûna nearamiyan li navçên kurdnişîn a rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê li dehan navên din jî rewşa awarte hatiye ragihandin.
Walîtiya Diyarbekrê jî roja yekşemê li 14 taxên vî bajarî Rewşa Awarte ragihandiye,
Li encama pevçûnên 2 mehên çûyî di navbera hêzên dewletî û PKK herîkêm100 kes ji hêzên dewleta Tirkiyê û gelek kes jî ji hêzên PKK û xelkê sivîl ên kurd hatine kuştinê.