Îlon 14, 2015 09:06 Asia/Tehran
  • Rewşa Awarte li Cizîrê berdewam dike

Li Cizîrê piştî 9 rojan Rewşa Awarte (OHAL) li ser gelê Cizîrê hat meşandin, duh Rewşa Awarte bi dawî bû û duh 21 termên cangoriyên xwe bi girseyî spartin axê.

Ajansa nûçeyan ya Xendan ragihand hîn êvar nebûye walîtiyan dîsa li Cizîrê Rewşa Awarte îlan kir dîsa kolan li welatiyan hat qedexekirin û polîs û tîmên taybet navçe dorpêç kir, kolan li xelkê Cizîrê hatin qedexekirin, vêca wan ji bo parastina xwe ya rewa li pişt xendeq û bendan dest bi nobedariyê û berxwedanê kirin.


Li taxa Cûdî welatî li şûna têkevin malên xwe li kolanan man û gelê Cizîrê ji zarokan heta kal û pîran li pişt xendeqan di nobetê de ne û li ser piyan û neçûn malên xwe û li kolanan rawestiyane, li dijî hêrîşên pêkan xendeqên xwe kûr dikin û bendan jî bilind dikin.


Piştî cara duyemîn kolan li welatiyan hat qedexekirin, bertekên gel jî zêde bûn, gelê Cizîra Botan daketiye kolanan diruşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Qatil Erdogan" bilind dikin, Li taxan li aliyekî dengê diruşm û tilîlîyan, li aliyê din dengê çekan bilind dibe.