Xwenîşandana li Stembolê
Îlon 14, 2015 07:51 Asia/Tehran
Bi hezaran kes li Stembolê bona piştgiriya ji xelkê bajarê kurdnişîn a Cizîrê xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê bi sedan kes ji alîgirên grûpa`` Hogirên Aşitiyê`` şeva çûyî li Stembolê ji ber cihanîna hikûmeta eskerî li bajarê Cizîrê li başûrê rojhilata Tirkiyê xwenîşandan bi rê xistin.Rayedarên Tirkiyê piştî ku hikûmeta leşkirî ya heşt rojî li bajarê kurdnişîn a Cizîrê bi dawî anîn cardin duh ji saet 19 heya demeke nediyar li vî bajarî hikûmeta eskerî ragihandin.
Li gorî vê raporê, xelkê nerazî li Stembolê ku hin slogan bona piştgiriya ji xelkê Cizîrê diavêtin siyasetên dewleta Tirkiyê li bajarê kurdnişîn a Cizîrê şermezar kirin.
Berdevkê neraziyan got ku xelkê bajarê kurdnişîn a Cizîrê ji ber ku li hilbijartinên 7 Hezîrana Çûyî dengê xwe nadine partiya serdest tên ciza kirin.
Hêzên Ewlehiyê bona belavkirina xwenîşanderan gaza îsotê ber bi wan avêtin û bi trimbêlên avrêj êriş kirin ser wan.