Cizîrê cangoriyên xwe veşartin
Îlon 13, 2015 21:02 Asia/Tehran
Li nevçeya Şirnex Cizîrê bi beşadariya 100 hezar kesan termên 21 welatiyan bi rêwresmek taybet spartin axê.
Li gor ragihandina Bas Newsê, li nevçeya Şirnex Cizîrê bi beşadariya 100 hezar kesan termê 21 welatiyan ku bi destê polîs û artêşa Tirkiyê hatine kuştin bi rêwresmek taybet spartin axê.Xelkê Cizîrê, piştî 8 roj pevçûn û qedexeya derketina kolanan îro bi rêwresmek girseyî termê 21 welatiyên ku jiyana xwe jidest dane sparte axê.
Termê 21 welatiyan li nexweşxaneyên Şirnex û Cizîrê, piştî pişkinîna pijişkî hatine wergirtin. Li Qebristana Asrî ya Cizîrê bi beşdariya 100 hezar kesan, rêwresmek hate sazkirin û cangorî spartin axê.
Artêşa Tirkiyê bêyî ku li parastina canê sivîlan yên bajarê Cizîrê bifikire ber bi xelkê sivîl û malên wan bi tank û topan gulle avêtin û piraniya kuştiyan xelkê sivîl ên bajêr in.