PKK: Li van du rojên dawiyê 12 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Îlon 13, 2015 20:34 Asia/Tehran
HPGê baskê leşkerî yê PKK'ê derbarê şerên du rojên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di encama şerên du rojan de 12 leşkerên tirk hatine kuştin.
HPGê, der barê êrişên artşêka Tirkiyê û çalakiyên şervanan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPGê diyar kir ku di encama şerên du rojan de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.Li vê daxuyaniya HPGê wiha hatiye ragihandin ku li bajarê Betlîsê, 12ê Îlonê saet 18:00 de di çalakiya sûîqestê ya li hemberî qereqola Hurbuz a Bedlîsê de leşkerek hat kuştin.
Li Dêrsimê jî li roja 12ê Îlonê saet di 03:00 de li dijî qereqola Tornova ya ser bi navçeya Dêrsim Pulurê çalakiyeke sûîqestê hat kirin û di encamê de leşkerek hat kuştin.
Her wiha li Wanê di 12ê Îlonê saet 15:10an de, li hemberî leşkerên li dora qereqola Xabisa ya navçeya Şaxê nobed digirtin, hêzên YPG çalakî pêk anîn û di encama derbên li vê derê de 4 leşker hatin kuştin.
Her wiha di encama çalakiya li hemberî girê qereqolê de 5 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.'