Gezici Anket: ''AKP têk diçe''
Îlon 13, 2015 20:32 Asia/Tehran
Gezici Anket a di hilbajartinên 7ê Hezîranê de bi texmînên xwe gelek balkişandibû, anketa xwe ya herî nû ya derbarê hiljartinên 1ê Mijdarê de weşand.
Encamê lêkolînê a Gezici Anketê wiha ye:‘Gel dibêje sedema despêkirina şêr Erdogan e'
Hat ragihandin ku di lêkolînê de hat eşkera kirin %41 gel dibeje ‘sedema şerên dawiyê Erdogan e'
‘Avanebûna koalîsyonê (dewleta hevalbendiyê) wê zirar bide AKPê.
Angorê lêkolîna hat diyar kirin kirin ku gel %52 dibêje ‘sedema avanebûna koalîsyonê Erdogan e'.
%70 alîgirên Partiya Saadetê dibêjin ‘em dengê xwe nadin AKPê'
Hat diyar kirin ku di encema anketê de MHP dengên xwe zêde dike lê CHP di cih de dimîne.
‘Ji bo HDPê pirsgirêka barajê tine'
Di encamê de hat diyar kirin ku derbarê ji barajê derbasbûn de tu pirsgirêk ji HDPê re tune.