Artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê operasyoneke nû da destpêkirin
Tebax 01, 2025 18:47 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê li qezaya Batîfa ya parêzgeha Duhokê operasyoneke nû da destpêkirin û hemû rêyên ber bi rez û baxçeyên cotkaran ên li gundê Keşanî girtin.
Artêşa Tirkiyê roja sêşemiyê operasyoneke bejayî li dijî gundên herêma Gulê ya navçeya Batîfa ya parêzgeha Duhokê da destpêkirin. Çavkanî dibêjin ku artêşa Tirkiyê dixwaze rê li ber vegera gundiyan bo gundên xwe bigire û projeya avakirina herêmeke cuda li herêmê cih bîne.
Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirkiyê dixwaze bi rêya vê operasyonê rê li ber vegera gundiyan bo gundên xwe bigire û projeya avakirina herêmeke cuda li gundên sînorî ên Rêveberiya Xweser a Zaxoyê cih bîne û hemû hejmemoniya xwe ya leşkerî ser navçeyê de bisepîne