Meşa yemeniyan ji bo piştgiriya Xezzeyê
Tebax 01, 2025 18:42 Asia/Tehran
Bi hezaran Yemenî li kolanên bajarên cuda ji bo piştgiriya Filistînê meşiyan û li dijî Rejîma Siyonîst dirûşme avêtin.
Ev mîtîng bi dirûşmeya Rawestana li kêleka Xezze û Filistînê û dijberiya li himber peymanên xapînok û xayînane hat li darxistin û beşdaran piştgiriya xwe ya tam ji berxwedana Filistînê ragihandin. Ev kiryara yemeniyan bona piştgiriya wan ji bo doza gelê Filistînê û piştî êrişa destdirêjkerane ya Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê tê kirin.