Îlon 13, 2015 17:56 Asia/Tehran
  • Êrîşa PKK`ê li ser rawestgeheke lêgerînê ya polîs li başûrê rojhilata Tirkiyê

Medyayên Tirkiyê ragiahnd ku endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li vî welatî êrîşî ser rawestgeheke lêgerînê li başûrê rojhilata vî welatî kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Dogana Tirkiyê, li êrîşa roja yekşemiyê ya endamên PKK`ê bi erebeyeke bombebarkirî li ser rawestgeheke lêgerînê li parêzgeha Şirnaxê du efserên polîs hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî piştî wê vê êrîşê, operasiyona geriyana bi firokeyan li parêzgeha Şirnaxê dest pê kirin û du hêzên PKK`ê kuştin.
Nearamiyên li Tirkiyê ji du mehan berî niha, piştî êrîşa li ser çalakvanên hogirê kurdan li bajarê Surûçê li başûrê Tirkiyê û li nêzikî sînorê Sûriyê ku di encamê da 30 kes hatin kuştin û derûdora 100 kesî birîndar bûn, dest pê kirin.
Li pey vê êrîşê, artêşa Tirkiyê pêgehên PKK`ê li navçeyên başûrî yên vî welatî û her wiha bakûrê her wiha bakûrê Iraqê dan ber êrîşên xwe yên esmanî.
PKK`ê piştî destpêkirina êrîşên esmanî yên Tirkiyê, peymana agirbesa sala 2013`an ligel Enqerê bidawîhatî da zanîn.