Îlon 13, 2015 17:50 Asia/Tehran
  • Serokerkanê artêşa Tirkiyê: PKK li dû bidestxistina rewatiya navnetyeweyî ye

Sererkanê artêşa Tirkiyê, Orgenral Xilûsî Akar li civîneke çapemeniyê ligel serokê komîteya leşûkerî ya NATO`yê, Partiya karkerên Kurdistanê nasyar bi PKK`ê bi hewildana ji bo bidestxistina rewatiya navneteweyî tawanbar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA`yê ji Enqerê, Akar li hevpeyvîna civîna hevpar a çapemeniyê ligel serokê komîteya leşkerî ya NATO`yê, Pitir Pawil ku bi awayekî zindî ji kanalên têlêvîziyoniya Tirkiyê belav dibû, ev yeka anî zimên.
Wî bal kişander ser birêxistina civîna komîteya leşkerî ya NATO`yê li Stanbûlê li pêşerojê (îsal) da û got: Welatên endamê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakûrî (NATO) ji şerê Tirkiyê li dijî têrorîsmê piştgiriyê dikin.
Akar idia kir ku DAIŞ, PKK û Partiya Yekîtiya Dêmokratîk (PYD) a kurdên Sûriyê rêxistinên têrorîstî û gef in ji bo ewehiya herêmê û li bersiva pirsekê ku ``Gelo Tirkiyê tu daxwazek ji NATO`yê ji bo piştgiriya ji damezirandina ewlehiya sînorî ya vî welatî ligel Sûriyê kiriye yan na?`` got: NATO di vî warî da ji xebatên Tirkiyê piştgiriyê kiriye û dike jî lêbelê planeke di pratîkê da di vî warî ji aliyê NATO`yê ji bo cihanînê nehatiye raberkirin.
Akar li bersiva vê yekê ku ``Gelo Tirkiyê dixwaze hêza bejahî ji bo şerê li dijî PKK`ê bişîne bakûrê Iraqê?`` got: Em şerê xwe li dijî rêxistinên têrorîstî dê bidomînin û tevdîrên pêwîst ji bo rewşên cpûrbicûr digirin ber xwe.
Wî li bersiva vê pirsê ku ``Gelo Tirkiye ji bilî pêgeha leşkerî ya încêrlîkê dê pêgehên din jî ji bo bikaranîna ji aliyê hêzên NATO`yê li şerê ligel DAIŞ`ê terxan bike yan na?`` got: a niah planeke wisan tine.