Îlon 13, 2015 17:13 Asia/Tehran
  • Operasyona bejayî ya artêşa Tirkiyê dijî PK'ê li çiyayê Araratê

Operasyona bejayî ya artêşa Tirkiyê dijî pêgehên PKK'ê li bintara çiyayê Araratê (Agiriyê) li bakûra rojhilata vî welatî destpê bû.

Li gorî rpaora ajansa nûçan a IRNA'yê, hêzên taybet ên artêşa Tirkiyê îro bi dû naskirina veşartgehên PKK'ê li bintar û işkevtên çiyayê Araratê bi helekoptêran û êrişa bejayî hicûmî van veşartgehan kirin.


Li bara kuştî û birîndarên ihtimalî yên vê operasyonê hela tu raporek nehatiye weşandin.


Hêzên bejayî yên artêşa Tirkiyê heftiya buhurî jî bi merema êrişa ser endamên PKK'ê derbasî bakûra Iraqê bûn.

Bi dû teqîna têrorîstî ya Sirûçê ku di encamê da 32 ciwanên kurd hatin kuştinê û zêde ji 100 kesî jî birîndar bûn, rewşa Tirkiyê aloz bû.

Bi dû vê êrişa têrorîstî, şer di navbera PKK'ê û hêzên ewlehiya Tirkiyê da derket û artêşa Tirkiyê heyamek e ku pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê dide ber bombeyan.

piştî êrişên hewayî yên Tirkiyê ser pêgehên PKK'ê, vê partiyê ragihand ku peyamana agirbesa ku sala 2013'ê bi Enqerê ra girêdabû bi dawî hatiye.