Di heyama 8 roj qedexeya derketinê ya bajarê Cizîrê, 20 kes hatine kuştin û 50 kes birîndar bûne
Îlon 13, 2015 17:03 Asia/Tehran
Li ser esasa agahiyên ku ji bajarê Cizîrê piştî rakirina qedexeya derketina nav kolanan û hatûçûnê anku hikûmeta leşkerî li vî bajarî hatine bidestxistin, ji ber pevçûnên di van çen drojan da 20 kes hatine kuştin û zêdetir ji 50 kes jî birîndar bûne.
Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê ajansa nûçeyan a Doganê, wezîrê mijarên ewropayî yê Tirkiyê, Elî Heyder Konca li axaftinekê bal kişande ser guhertinên vê dawiyê li Cizîrê û got: Di çend rojên buhurî da pevçûn zêde bûne. Li Cizîrê, Wartû, Gever, Sîlvan û hwd hikûmeta leşkerî ya demdirêj hat ragiahndin. Li ser esasa agahiyên ku piştî rakirina qedexeya derketina ji kolanan ji vî bajarî hatine bidestxistin, li pevçûnên vî bajarî di van 8 rojan da, 20 kes hatine kuştin û zêdetir ji 50 kesî birîndar bûne. Piraniya malên bajêr wêran bûne yan derbe li wan ketine.Elî Heyder Konca ku endamê HDP'ê ye di dewama axaftina xwe da got: Me tu xema xwe ji bilî aştî û biratiyê tine. Em heta amade ne ku ji ber xatirê aştiyê dev ji posta wezîrtiya xwe berdin. Tu yek ji dilgirêdaneke xwe ya taybet bi post û meqamê tine. Pevçûnên çekdarî li Tirkiyê pêvajoya aştiyê li vî welatî tûşî pirsgirêkan aniye.
Konca di dewama axaftina xwe de got: Di rewşa niha de ewlehiya hilbijartinan dabîn nabe. Loma erka sereke ya hikûmetê rawestandina têkoşîna çekdariyê û ragiahndina agirbesê ye. Divê ku maseya gotûbêjan ji bo çareseriya pirsa kurdan careke din were damezirandin û rewşa pêwîst ji bo dewma gotûbêjan dabîn bibe. Ji bilî viya axaftina li bara dabînkirina ewehiya hilbijartinan pûç e.