Îlon 13, 2015 16:50 Asia/Tehran
  • Ragihandina rewşa leşkerî li hin deverên wilayeta Diyarbekrê

Walîtiya Diyarbekrê li başûra rojhilata Tirkiyê li hin deverên vê parêzgehê rewşa leşkerî ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA'yê, ji saet 5 berbanga îro ve li 16 taxên devera Sûrê li vê parêzgehê rewşa leşkerî hatiye ragihandin. Walîtiya Diyarbekrê ragihandiye ku ev rewşa leşkerî bi hegera parastina ewlehiya can û daraiyên nişteciyên vê deverê hatiye ragihandin.
Li gorî rapora medyayên Tirkiyê, piştî ragihandina rewşa leşkerî ceryana vî bajarî qut bûye.
Bi dû destpêbûna dubare ya şerê di navbera hêzên dewleta Tirkiyê û PKK'ê da, li gellek deverên başûr û başûra rojhilata vî welatî rewşa awarte û leşkerî hatiye ragihandinê.
Bi dû teqîna têrorîstî ya Sirûçê ku di encamê da 32 ciwanên kurd hatin kuştinê û zêde ji 100 kesî jî birîndar bûn, rewşa Tirkiyê aloz bû.
Bi dû vê êrişa têrorîstî, şer di navbera PKK'ê û hêzên ewlehiya Tirkiyê da derket û artêşa Tirkiyê heyamek e ku pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê dide ber bombeyan.
piştî êrişên hewayî yên Tirkiyê ser pêgehên PKK'ê, vê partiyê ragihand ku peyamana agirbesa ku sala 2013'ê bi Enqerê ra girêdabû bi dawî hatiye.