Îlon 13, 2015 15:46 Asia/Tehran
  • Kilîçdaroglu ji gelê Tirkiyê û partiyên siyasî yên vî welatî xwest ji bo girtina pêşiya Darbeya Siyasî bibin yek

Serokê partiya herî mezin ya opozesiyon a Tirkiyê ji gelê Tirkiyê û partiyên siyasî yên vî welatî xwest ji bo girtina pêşiya Darbeya Siyasî ya ji aliyê Erdogan ve bibin yek.

Li gor rapora IRIB Newsê, serokê partiya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kilîçdaroglu li salvegera darbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980 li Tirkiyê ragihand, darbeya 12 Îlonê birînên kûr li cismê demokrasiya Tirkiyê xistin û niha jî hin kes hewl didin Darbeya Siyasî li vî welatî de pêk bînin.


Kîlçdaroglu bal kişande ser hewldanên serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan ji bo guhertina sîstema deshilat û birêvebirina welêt ji sîstema parlemanî û damezirandina sîstema serokatiyê dewsa wê û desnîşan kir ku li vê rewşê de wezîfa herî girîn li ser milê partiyên Tirkiyê yekitî ye ji bo girtina rê li ber Darbeya Siyasî û dîktatoriya ku Erdogan li fikra wê ye.


Serokê CHP'ê berî viya jî Erdogan tawanbar kiribû ku li fikra pêkanîna darbeya Siyasî ye.


Serokkomarê Tirkiyê Erdogan berî niha bi caran li ser pêwîstiya guhertina deshilata siyasî ya vî welatî ji sîstema parlemanî û cîgîrbûna sîstema serokatiyê dewsa wê sekiniye.


AKP'ê wek partiya serdest hêvîdar bû ku li hilbijartinên parleman ê ya heftê hezîranê dîsa her wek dewrên berê piraniya tam ya dengan bi dest xîne ji bo pêkanîna hikûmetê lê ew vê carê negihêşte vê mirazê xwe û li vî warî de kurd bi taybetî partiya piştgirê wan HDP sebebkara vê şkesta xwe dibîne, loma piştî viya dîsa şerê li dij kurdan û şerê navbera artêşa Tirk û PKK ku zêde ji du salan bû hatibû rawestandinê dîsa da despêkirin ji bo razîkirina nejadperestên tirk bona ku li hibijartinên pêşwextê bikare dengên wan qazanc bike.