Gelê Diyarbekirê berbend rakirin û ber bi Sûrê ve dimeşin
Îlon 13, 2015 15:14 Asia/Tehran
Li Sûrê ji vê sibê ve dengê çek û teqînan bilind bûye û gelê Diyarbekirê ji bo bibin mertalên zindî ji berbendên polîsan çêkirî derbas bûn û ber bi taxên Hasirli û Fatîhê dest bi meşê kirin.
Li navçeya Sûr a Diyarbekirê piştî biryara qedexeya derketina derve, polîsan navçe dorpêç kirin.Li gor ragihandina ajansa Sputnîkê, bi hezaran kesên ku bi bangawaziya HDPê û DBPê li Qada Dagkapıyê kom bûn, ji bo xwe bigihînin taxên ku şer giran bûne ji aliyê Balikçilarbaşiyê barîkatên polîsan derbas dikin û hewl didin bikevin navçeyê.
Polîsên çevîk hewl didin ku welatiyan asteng bikin lê gel bi ber bi taxan ve dimeşe.
Şerê di navbera hêzên Tirk û PKK'ê niha ketiye nav bajar û gundên kurdan li rojhilata Tirkiyê û bûye şerê hikûmetê û xelkê kurd.