Hevserokê Şaredariya Bazîdê hate girtin
Îlon 13, 2015 13:52 Asia/Tehran
Hevserokê Şaradariya Bazidê Rohat Ozbay bi tevê 24 kesên din ji ber ku hewl didan herin “herêma qedexe ya serbazî” ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatin girtin.
Duh Hevserokê Şaredariya navçeya Bazîdê ya ser bi bajarê Agiriyê Rohat Ozbay û 24 welatiyên din xwestin herin Çiyayê Agirî û bibin mertalê zîndî.Lê belê hêzên ewlekariya Tirkiyê ji ber ku li wê herêmê operasyon heye û ew herêm herêma leşkerî ya qedexe ye, rê nedan.
Piştî hingî leşkeran ew birin Fermabgeha Cendermeyên Navçeya Bazidê ya girêdayî Agiriyê û hildan bin çavan.
Ji destpêkirina şerê di navbera PKK’ê û Tirkiyê ve li gelek derveran serokên şaredariyan hatine girtin û ji kar durxistin. Serokên şaredariyên Edremîta Wanê, Colemêrgê, Sûr û Farqîna Amedê, Nisêbîna Mêrdînê hatine binaçvkirin.
Pêr jî Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Îmret ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hatibû girtin.