Demirtaş: KCK amade ye vegere ser maseya muzakereyê
Îlon 13, 2015 13:00 Asia/Tehran
Li gorî nivîsîna rojnama Hurriyetê, hevserokê giştî yê HDP`ê Selahedîn Demirtaş ragihand ku Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê ji bo vegerîna ser maseya muzakereyê amade ye.
Di kongireyekî rojnamevanî de piştî civîna bi rayedarên HDP li bajarê Hezexê li ser rewşa Cizîrê, Demirtaş diyar kir û got: Li ser bangawaziya me ji KCK bersivên erênî tên.Demirtaş got: KCK dibêje ku ew ji bo bêdengkirina çekan ji herdu aliyan û vegera muzakeryan amede ne.
Li ser vê yekê jî Demirtaş bang li hikûmeta Enqerê jî kir û got: Tiştê dikeve ser Enqerê jî ewe ku divê îsrarê li ser çekan, pevçûnan û operasyonê neke.
Li dawiya axaftina xwe de Demirtaş got: Li Cizîrê bê destpê kirin û gavên biçûk biçûk bêne avêtin û li hemberî wê gavên pêbawer werin avêtin û divê em vî karî berve aştiyekê ve bibin.