Îlon 13, 2015 11:51 Asia/Tehran
  • Merziye Efxem:Divê Tirkiye bilez digel PKK'ê rûne

Li gor îdiaya rojnama Teref a Tirkiyê berdevka Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îran`ê Merziye Efxem di civîneke rojnamevaniyê de daxuyaniyên ku Hikûmeta Tirkiye sor bikin da raya giştî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îran`ê Merziye Efxem êrişên terorê li Tirkiye şermezar kir, Wê her wiha derbasbûna Hêzên çekdar ên Tirkiyê bo nav axa Îraq`ê şermezar kir û desnîşan kir ku, bi ketina Hêzên Tirkiye nav axa Îraqê, rewş aloztir bûiye û rê li ber destwerdana welatên biyanî li herêmê vekiriye.
Efxem got: Hêzên Tirkiye li deverên Rojhelatê vî welatî windahiyên mezin dane, lewra divê Hikûmeta Tirkiye bi lez degel PKK`ê rûne û danûstanên aştiyane encam bide.
Eve di demekê de ye ku, beriya demekê Serok Erkanê Komara Îslamî yê Îran`ê Hesen Feyrûzebadî jî gotibû: Êrişa ser girûpên Kurdî yên ku şerê DAIŞ`ê dikin, ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve şaştiyeke stratîjîk e.