Gotûbêja Meşel û Dawûdoxlû li Enqerê
Îlon 13, 2015 10:17 Asia/Tehran
Serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedana islamî ya Filistînê (Hemas) li Enqereya paytexta Tirkiyê ligel serokwezîr vî welatî hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ji Enqerê, li hevdîtina êvara şemiyê ya serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedana islamî ya Filistînê (Hemas), Xalid Meşel ligel serokwezîrê Tirkiyê û serokê Partiya Dad û Geşepêdana Tirkiyê (AKP) du aliyan li bara guhertinên herî dawîn li herêmê û mijarên navxweyî yên Filistînê gotûbêj pêk anîn.Çavkaniyên tirkan hûrgiliyên zêdetir li bara mijarên behsa Meşel û Dawûdoxlû belav nekirin.
Xalid Meşel bi serokatiya taximeke derecebilind ji berpirsên tevgera Hemasê û ji bo beşdariya li civîna dewreyiya AKP`ê ya Tirkiyê êvara îniyê çû Enkerê.
Pêncemîn civîna AKP`ê duh li Enqerê bi rê ket û Ehmed Dawûdoxlû ji bo cara duyem wek serokê vê partiyê hat bijartin.
Xalid Meşel meha buhurî jî li sefera xwe ya Tirkiyê ligel serokkoamrê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan û serokwezîrê vî welatî, Ehmed Dawûdoxlû hevdîtin kiribû.