Îlon 13, 2015 09:34 Asia/Tehran
  • Rayedarên tirk: PKK'ê du sivîl kuştin

Rayedarên ewlekariyê yên Tirk îdia dikin ku hêzên PKK du sivîl li Diyarbekirê kuştin.

Ajansa Reutersê ji zarê jêderên ,leşkerî yên tirk ragihand ku di encama gullereşandina endamên PKK'ê li restoraneke bajarê Diyarbekirê du sivîl hatin kuştin û sê efserên tirk jî bi giranî birîndar bûn. Hatiye ragihandin ku rewşa birîndarên vê bûyerê xedar e.


Grûpên piştgirên mafê mirovan ragihandine ku di encama êrişên artêş û hêzên wlehiyê yên Tirkiyê ser endamên PKK'ê û ser bajar û gundên kurdan yên wek Cizîrê ku carna bi tank û topan cih hatine bi dehan kesên sivîl ku gelek jin û zarok jî di nav wan da ne hatine kuştin.

Di encama êrişa terorîstî ya DAIŞ'ê ya tîrmeha bihûrî li bajarê Surûçê de ku zêde ji 30 kurdên sivîl hatin kuştin û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn, hikûmeta Tirkiyê dewsa êrişa ser vê grûpa terorîstî, êrişî ser pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê kir ku piştî viya vê partiyê agirbesa ku zêde ji du salan hatibû berçavgirtin, îbtal kir û şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê dîsa despê kir.