Dawûdoxlû soza serketina li hilbijartinan da
Îlon 13, 2015 08:58 Asia/Tehran
Serokwezîrê Tirkiyê ku careke din wek serokê partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li vî welatî hatiye bijartin soz da endamên partiya xwe ku careke din piraniya tekûz li hilbijartina parlemaniya destpêka mijdara 2015`an bi dest tîne.
Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed dawûdoxlû berêvariya şemiyê ku li koma bi hezaran kes ji çalakvanên AKP`a Tirkiyê li Enqerê diaxivî, idia kir: ``Eger di destpêka mijdara 2015`an da dewleteke teze li ser esasa raman û bîrên AKP`ê were damezirandin, dê pêşeroja Tirkiyê ji bo deh heta bîst salên li pêşberî me da were misogerkirin.``Serokwezîrê Tirkiyê û serokê AKP`ê li vî welatî li beşeke din ji gotinên xwe dewleta yekpartî ji bo şerê li dijî têrorîsmê û wêdadayîna pirsgirêkên aborî pêwîst da zanîn.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê ji Enqerê, li hilbijartina ku di roja 7`ê hezîrana 2015`an li Tirkiyê hat birêîxistin, partiya serdest a Tirkiyê anku AKP`ê piraniya tekûz a ku yanzdeh salan berî niha li parlemanna Tirkiyê bi dest xistibû, ji dest da. Şikest û têkçûna ku li gor gotineke din wek şikest û têkçûneke bîmînak ji serokkomarê vî welatî, Receb teyib Erdoxan hat hesibandin.
Piştî vê şkest Erdogan û AKP ku kurd sebebkarê şikesta xwe dizanîn muzakireyên ku qaşo ser navê aştiyê despê kiribûn ji bîr kirin û cardin şerê li dij kurdan û PKK'ê da despê kirin.