Îlon 13, 2015 08:45 Asia/Tehran
  • NATO operasiyona Tirkiyê li dij PKK'ê heqê vî welatî da zanîn

Fermandarê erkantiya giştî ya NATO'yê pişta êriş û operasiyonên Tirkiyê li dij kurdan girt û ev operasiyona wekî parastina rewa li ber terorîzmê da zanîn.

Ajansa Fars Newsê ji zarê Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê ragihand, general Fîlîp Brîdlav fermandarê erkantiya giştî ya NATO'yê got: Em bawer in ku me gişkan mafê xwe yê parastina rewa li ber terorîzmê û grûpên terorîstî heye.


Wî ku li komîteya leşkerî ya NATO'yê li Stenbulê diaxivt her wiha got: Em li vî warî de li kêleka birayên xwe yên tirk in.


Wî her wiha hêviya xwe da diyar kirin ku Tirkiye bi Amerîkayê re li warê îstifadeya ji bargeha Încirlîkê li dij DAIŞ'ê hevkariyeke baş hebe.


Medyayê Tirkiyê îdia dikin ku li şerê Enqerê li dij PKK'ê nêzîkî sed kes ji hêzên vê grûpê hatine kuştin, lê ew nabêjin ku parek mezin ji van kuştiyan xelkê sivîl ên kurd in ku di encama êrişên hêzên Tirk bi taybetî li bajarê Cizîrê hatine kuştin.


Her wiha hatiye ragihandin ku zêde ji 70 hêzên Tirkiyê jî hatine kuştin. Çawa ku li hefteya bihûrî PKK'ê di encama du operasiyonan zêde ji 30 eskerên Tirkiyê kuştin.


Di encama êrişa terorîstî ya DAIŞ'ê ya tîrmeha bihûrî li bajarê Surûçê de ku zêde ji 30 kurdên sivîl hatin kuştin, hikûmeta Tirkiyê dewsa êrişa ser vê grûpa terorîstî, êrişî ser pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê kir ku piştî viya vê partiyê agirbesa ku zêde ji du salan hatibû berçavgirtin, îbtal kir û şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê dîsa despê kir.