Pûçkirina êrişa DAIŞ'ê ser Bêciya Iraqê
Îlon 12, 2015 18:37 Asia/Tehran
Artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê karîn ku êrişa DAIŞ'ê ser baajrê Bêcî li bakûra Tikrîtê li wilayeta Selahedînê li bakûra vî welatî pûç derxin.
Li gorî rpaora malpera nûçan a Nehrêyn a Iraqê, çavkaniyeke ewlehiyê li wilayeta Selahedînê li bakûra iraqê ragihand: Têrorîstên DAIŞ'ê îro êrişî bêciyê kirin, lêartêşê û hêzên gelanî karîn ku vê êrişê bêbandor bikin û çend maşînên têrorîstan nas bikin ku nîşaneya Hêzên Mertala Cizîrê ser wan bû.Ji hêla din va, çavkaniyên ser bi Biryargeha cengê ya Iraqê ragihand ku cebilxana bombekirî ya têrorîstan li navçeya Cerîşî li wilayeta Enbarê hat kavilkirin, bi dehan têrorîst hatin kuştinê û 68 bombe hatin pûçkirinê.
Li gorî vê rpaorê, hêzên ewlehiya Iraqê hin çeperên têrorîstan li bakûra Cerîşiyê xistin bin kontrola xwe û bombeyên di wan de hatibûn bicihkirinê jî bêbandor kirin.
Çavkeniyeke ewlehiya Iraqê jî îro ragihand ku hêzên artêşê û yên gelanî li devera Humeyreyê li başûra Remadiyê êrişî têrorîstan kriine ku di encamê da 9 têrorîst hatin kuştinê û hejmarek jî birîndar bûn.
her wiha bi dû şikestên bidûhev ên DAIŞ'ê li Enbar û Kerkûkê, hêzên vê koma têrorîst bi 40 maşînên ku sîlehên giran û sivik bar kiribûn, ji hin deverên bajarê Mûsilê li wlayeta Neynewayê li bakûra Iraqê ber bi Reqeya Sûriyê va paşda vekişiyan.