Lêyla Zana: Heke kuştin neyên sekinandin, ez ê dest bi greva birsîbûnê bikim
Îlon 12, 2015 17:14 Asia/Tehran
Em dewsa ciwanên welêt bên kuştinê çêtir e. Heke kuştin neyên sekinandin, ez ê dest bi greva birsîbûnê bikim.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê rojnama Zaman çapa Tirkiyê, Lêyla Zana parlemantera bajarê Agiriyê li meclisa Tirkiyê ser bi Partiya Dêmokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) û siyasetmedara navdar a kurd li axivtinekê bal kişande ser şerê di navbera artêşa vî welatî û PKK'ê da û got: Heke sîleh neyên bêdengkirin û pevçûn neyên kutakirinê, yê dest bi greva birsîbûnê bike.Zana ku li Şirnexê diaxivî, xitabî gelê Tirkiyê got: Ez ji tevayê kesên ku sîlehên wan hene ra dibjim. Hete heke ez nekarim kesekî razî bikim, herîkêm ez ê gotina xwe îzbat bikim. Em dewsa ciwanên welêt bên kuştinê çêtir e. Heke kuştin neyên sekinandin, ez ê dest bi greva birsîbûnê bikim. Heke ez bimirim baştir ji viya ye ku li vî welatî temeşevanê mirina kesên din bim. Her kesê ku min nas bike, dizane ez çiqasî ser gotinên xwe disekinim.
Nunera bajarê Agiriyê li dewama xeberdana xwe desnîşan kir ku pêvajoya muzakireyên aştiyê ku AKP'ê ji bo çareserkirina mesela kurdan destpê kribû, bû pêvajoya ji destdayîna demê û sistiyê. Siyaseta AKP'ê li pêvajoya muzakireyan gotina îro an sibê bû. Em hertim li ser çavlirêtiya gelê Tirkiyê li bara pêvajoya muzakireyên aştiyê disekinin.