Demîrtaş: PKK amde ye agirbesê bike
Îlon 12, 2015 16:52 Asia/Tehran
Selahedîn Demîrtaş, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) roja şemiyê got: KCK amade ye li Tirkiyê agirbesê ragihîne.
Li gorî IRNA'yê, Demîrtaş got: Berpirsên KCK'ê amade ne bi dewletê ra agirbesê bikin. Wî li bara êrişên ser avahiyên HDP'ê he wiha otobûsên wê ragihand: Heya niha, 400 êriş ser otobûs û avahiyên HDP'ê pêk hatine û ev êriş bi rêxistina MIT'ê û handana Ehmed Davûdoxlû bûne. Wî di beşeka din ji gotinên xwe da li bara hêzên taybet ên artêşê li bajarê Cizîrê xeber da û ew tawanbar kirin ku zilmê li gelê kurd dikin û got: Li Cizîrê malan didin ber top û hawanan û bi bilindgoyan dijûn dane gel. Di vî şerrê nava PKK'ê û dewletê da ji 100'î pirtir hêzên dewletê hatine kuştin û li gorî gotina rayedarên dewletê ji 1000'î zêdetir jî endamên PKK'ê hatine kuşti. Enqerê bi zelalî gotiye heya ku PKK'ê çekan daneyîne, ew ê êrişan bidomîne.