Gotûbêja bi riya têlêfonê ya Erdogan û serokwezîrê Îtaliyayê
Îlon 12, 2015 16:43 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê bi riya têlêfonê ligel serkwezîrê Îtaliyayê li bara meseleyên navçeyê gotûbêjê kir.
Li gorî rpaora malpera Modêrn Az û j izarê malpera TRT'Ê, Receb teyîb Erdogan û Matêo Rontêzî di vê gotûbêja bi riya têlêfonê da ku duh pêk hat, li bara têkoşîna li hemberê têrorîsmê û mijara penaberan axivîn.Erdogan idia kir ku Tirkiye li hemberî endamên PKK'ê û koma têrorîst a DAIŞ'ê di çarçêva mafên netewî û navnetewî da têdikoşe.
Erdogan bal kişande ser viya ku hebûna endamên PKK'ê li hin welatên ewropî delweta Enqerê aciz dike, got: Em çav li rê ne ku welatên dost li bara meseleya têkoşîna li hemberî têrorîsmê, zêdetir hestyar bin.
Matêo rontêzî, serokwezîrê Îtaliyayê jî di vê gotûbêja têlêfonî da got ku welatê wî li warê têkoşîna li hemberî têrorîsmê yê hertim li kêleka Tirkiyê be.