Serokê partiya Seadetê idiayên yêketiya bi AKP'ê ra derew zanîn
Îlon 12, 2015 16:21 Asia/Tehran
Serokê partiya islamiya Seadet a Tirkiyê dew û dozên tifaqa vê partiyê bi AKP'ê ra li hilbijartinê pêşwext ên meclisê ku biryar e 1 Mijdarê bên lidarxistinê, derew da zanîn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA'yê, Mistefa Kamalak di civîneke partiyê li bajarê Akçakocayê got: Ji bo berjewendiyên Tirkiyê her çiya pêwîst be, em ê bikin, lê em nabin wesîleya desthilatdarbûna kesî.Kamalak li ser pêwîstiya kutabûna pevçûnên nha di navbera hêzên dewletê û PKK'ê da sekinî û got: Divê ev meselyea bi awayekî bingehîn bê safîkirin û çareserkirina vê meseleyê pê ghertina sîstema perwerdehiya Tirkiyê û damezirandina sîstemeke dadweraneya aboriyê dê pêkan be.
Hêjayî gotinê ye ku dengên AKP'ê li hilbijartinên 7 Hezîranê ji sedî 40 bû ku anegorî hilbijartinên berê ji sedî 9 kêm bibûn.
Di van heftiyên dawiyê hin çevkaniyên siyasî dibêjin ku diqewime Partiya Seadet û AKP'ê l ihilbijartinên pêşwext ên 1 Midarê bibin hevalbend.