Îlon 12, 2015 14:34 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu bo Erdoxan: Têrorê kuta bike, ez ê 400 kursiyan bo we bikemilînim

Heke biryar be hûn têrorîsmê kokbirr bikin, ez ê 400 kursiyên meclisê bo we bikemilînim.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê rojnama Zamanê, Kemal Kiliçdaroglu, serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) bal kişande ser viya ku di encama şerê 51 rojî yê artêşa vî welatî li hemberî PKK'ê da 107 hêzên ewlehiya Tirkiyê hatine kuştinê, ragihand: Eva hejmarekî zef tal û acizkir bo Tirkiyê ye. Dayîkên ku biryar bû êdî negirîn, niha digirîn û zarokên piçûk li vî welatî bêbav dimînin, tevî van yeka Receb teyîb Erdogan dîsan jî 400 kursiyan li meclisê dixwaze. Ez ji vir va ji Receb Teyîb Erdogan ra dibêjim: Heke biryar be hûn têrorîsmê kokbirr bikin, ez ê 400 kursiyên meclisê bo we bikemilînim.
Wî li dewama gotinên xwe ragihand: Em li halê derbasbûna ji dewranekî zef dijwar in. Ev dewrana ceribandinek bo aştiyê li Tirkiyê ye. Di vê dewranê da dewleta Tirkiyê nabe ku karên wisan bike ku daxwaza komeke têrorîst e. Ew (PKK) dixwazin ku gelên Tirkiyê ji hev cuda bin. Em cuda û parçe nabin û milet ji hev naqetin.
Kemal Kiliçdaroglu li dawiyê desnîşan kir ku tevayê partiyên siyasî li Tirkiyê divê sînorên xwe û komên têrorîst kifş bikin.