Îlon 12, 2015 12:05 Asia/Tehran
  • Daxwaza komîserê mafên mirovan ê Konseya  Ewrûpayê ji Tirkiyê

Komîserê mafên mirovan ê Konseya Ewrûpayê ji dewleta Tirkiyê xwest îznê bide ku çavdêrên serbixwe seredana bajarê kurdnişîn ê Cizîrê li nêzîkî sînorê Sûriyê bikin.

Li gorî rapora kanala Press TV'yê, Nils Miyojênîkes li axiftinekê dilgiraniya xwe derheq reftara xirab tev xelkê sivîl ên bajarê Cizîrê nîşan da û xwest ku îznê bidin çavdêr seredana vî bajarê bikin.
Piştî gurrbûna şer û pevçûnên navbera hêzên artêşa Tirkiyê û endamên PKK'ê li navça Cizîrê, dewleta Tirkiyê ji hefteya çûyî li vê navçê hikûmeta eskerî ragihand.
Eva di halekî de ye ku Partiya Dêmokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) roja pênşemê li bara mirina 21 kesên sivîl li encama şer û pevçûnên eskerên Tirkiyê û endamên PKK li Cizîrê agahî da.
Li gorî vê raporê, Selahedîn Demîrtaş serokê HDP'ê roja îniyê li axiftinekê bal kişand ser ragihandina hikûmeta eskerî ku ji 8 rojan berî niha ve li Cizîrê hatiye meşandinê û got ku ev kiryara dewleta Tirkiyê, bajarê Cizîrê kiriyê cihê mirina kurdan.
Piştî teqîna bixwîn li bajarê Sûrça Tirkiyê ku di encamê de 32 kes hatin kuştinê, Enqerê êrişên xwe yên esmanî ser çeperên DAIŞ'ê li Sûriyê û pêgehên PKK'ê li bakûra Iraqê destpê kirin.
Tê gotin ku DAIŞ berpirsê êrişa teqîna Sûrçê bûye.
Piştî destpêbûna êrişên Tirkiyê, PKK'ê jî ragihand ku agirbesa ku di sala 2013'an di navbera her du aliyan da çêbibû bi dawî hatiye.