Xalid Meşel giheşte Tirkiyê
Îlon 12, 2015 09:45 Asia/Tehran
Serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Islamiya Filistînê (HAMAS) giheşte Enqereya paytexta Tirkiyê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Xalid Meşel, serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Islamiya Filistînê (HAMAS) bi merema pişkdariya li civîna dewrê ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) serdana Tirkiyê kiriye.Meşel ku tev hejmarek zêde ya rêvebirên HAMAS'ê serdana Tirkiyê kiriye, berî viya di meha Tebaxê da jî serdana Tirkiyê kir û bi Receb Teyîb Erdogan serokomar û Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê ra hevdîtin pêk anî.