Kutabûna qanûna qedexetiya hatin û çûyînê li bajarê Cizîrê li Tirkiyê
Îlon 12, 2015 09:02 Asia/Tehran
Rayedarên Tirkiyê li bara kutabûna qanûna qedexetiya hatin û çûyînê li bajarê Cizîrê agahî dan.
Li gorî rapora Reuters'ê, rayedarên Tirkiyê ragihandin ku qanûna qedexetiya hatin û çûyînê ya 7 rojan li bajarê kurdnişîn ê Cizîrê li başûrê rojhilata Tirkiyê tê rakirin.Li daxûyaniya ku qayimeqamtiya Şirnaxê daye hatiye ku qanûna qedexetiya hatin û çûyînê ku ji 4 Îlonê ve destpê bû îro şemiyê bi dawî tê.
Li vê daxûyaniyê hatiye ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê opersyoneke serketî li dijî endamên PKK'ê cih anîne û ji xelkê Cizîrê ji ber bêhnfirehî û baldariya li vê midehê spasî hatiye kirin.
Opersyona li dijî milîtanên PKK'ê bibû sedema zêdebûna dilgiraniyên li bara krîza insanî û xisarên muhtemel yên xelkên sivîl.