Îlon 11, 2015 19:49 Asia/Tehran
  • Konseya Ewropayê ji Enqerê xwest ku rê bide çavdêrên wan herin Cizîra Botan

Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewropayê ji Enqerê xwest destûr bide ku çavdêrên serbixwe biçin Cizîra Botan ta ku lêkolîn li ser wê navçê bê kirin.

Li gor rapora medyayên Tirkiyê, Nils Muiznieks, Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewropayê bal kişandeye ser dorpêça Cizîra Botanê ji aliyê hêzên artêş û ewlehiya Tirkiyê û pevçûnên vê navçê û destnîşan kir bona derketina rastiyan pêwîst e ku Enqere rê bide çavdêrên bê la herine vê navçê û lêkolînê bikin.
Nils Muiznieksbal kişande ser viya ku ji 4’ê îlonê ve dewleta Enqere li Cizîra Botanê derketina nav kolanan qedexe kiriye û xizmetên jiyanî yên wekî tenduristiyê nayên dayîn got: Ji ber dorpêça vê navçê tirsa vê yekê heye ku karesata mirovî li vê navçê biqewime û paşê kes xwe berpirsyar nizanibe.
Muiznieks bal kişand ser nuçeyên ku li bara Cizîra Botanê belav dibin yên wekî hatin-çûna nav vê navçê qedexeye, amûrên ragihandinê hemû hatine qutkirin û got: Mesela ku pirtir bûye sebeba nîgeraniyê evaye ku hêzên dewleta Enqerê li vê wezyetê jî êrişî ser xelkê sivîl dikin.
Muiznieks, anî ziman ku divê rayedar û dadgeh lêkolîn bikin ka operasyonên dewletê yên li navçeyê yasayî ne an na û got: Pêwîst e ku dadgeh û saziyên berevanê mirov lêkollînê li ser rewşa jiyana xelkê li Cizîra Botanê bikin ji ber ku van cure zext û zorên dewleta Enqerê rewşa jiyana xelkê sivîl li vê navçê xirab kiriye û nûçên bi şik û guman ji vê navçê belav dibin ku pêwîst e rastî yan nerastiya wan derkevin.
Muiznieks, da zanîn ku agahiyên ku karbidestên dewleta Tirkiyê didin ne ciyê baweriyê ne û pêwîst e ku ferman bê dayîn ku di serî de saziyên mafên mirovan û çavdêrên serbixwe biçin Cizîrê û lêkolînê bikin.