Tirkiye daxwaza zîndanîkirina Demîrtaş dike
Îlon 11, 2015 19:44 Asia/Tehran
Sîstema dozgêriya giştî yê bajarê Diyarbekirê daxwaza birîna sizaya zîndanê ji bo hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) kiriye.
Li gor rapora medyayên Tirkiyê ,dozgerê giştî yê Diyarbekirê daxwaz dike ku, mafê destlênedanê ji ser Selahedîn Demîrtaş hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan(HDP) bê wergirtin û ew bê zîndanîkirin.Li daxûyaniya dozgêriya Giştî yê Diyarbekirê destnîşan bûye ku li ser gotin û daxûyaniyên wî yên vê dawiyê jî lêkolîn bê kirin ta ku kifş bibe gelo wî ber bi aloziya nav bajarên Tirkiyê dewet kiriye yan na.
Li gor nûçeyeka Ajansa Anadoluyê dozgerê Giştî Diyarbekirê biryar daye ku, li gor xala 83 ya destûrê li ser daxuyaniyên Demîrtaş derbarê dewleta Turkiye û saziyên dewletê û serokkomar û piştevaniya ji PKK ew tawanbare û pêwîs e ku mafê destlênedanê ji wî bê wergirtin.
Dozgerê giştî yê Diyarbekirê ragihandiye ku pêwîst e doseya Demîrtaş bo Serokatiya Parlemana Tirkiye û Rêveberiya Giştî yê Karûbarên Sizayê Wezareta Dadê bê şandin ta ku ewna li vê barê biryarê bigrin.