Îlon 11, 2015 16:00 Asia/Tehran
  • Pêşiya şandina gaza Rûsiyayê bo Tirkiyê hate girtin

Sefa Sadiq Aytekîn alîkarê cîgirê wezîrê vejena Tirkiyê duh pêncşemê li Stenbolê ragihand ku pêşiya şandina gaza Rûsiyayê bo Tirkiyê hate girtin.

Li gor rapora ajansa IRNA'yê, Sefa Sadiq Aytekîn alîkarê cîgirê wezîrê Vejena Tirkiyê li konferansa 16-an ya bazara azad ya Vejenê ragihand ku tu pêşketinek li gotûbêjên gazî di navbera Enqerê û Moskovayê da çênebû lona pêşiya şandina gaza Rûsiyayê bo Tirkiyê hate girtin.
Wî got hegera sereke ya ku ev gotûbêjane negihêştine tu encamekê mesela bihaya gazê bûye ku Rûsiyayê bihaya gaza ku dil heye bifroşe Tirkiyê kêm nekiriye.
Sefa Sadiq Aytekîn herwisa ragihand ku hegerek din ku bûye sebe ev civînane bê encam bimînin ji ber pêknehatina dewleta Enqerê ye.