Îlon 06, 2015 21:07 Asia/Tehran
  • Rexneya Demirtaşi ji siyasetên şerxwziyê yên dewleta Tirkiyê

Serokê partya ser bi kurdên Tirkiyê, ji siyasetên şerxwziyê yên dewleta vî welatî bi giranî rexne kir.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a IRIB News'ê, Selaheddîn Demirtaş, serokê partya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) roja yekşemiyê got: Siyasetên şaş ên dewleta Enqerê, vî welatî ber bi şereka navxweyî ya berfireh va dikişîne.


Demirtaş bal kişand ser nekarîna partya Dad û Geşepêdanê (AKP) li bi destxistina piraniya kursiyên parlimana vî welatî li hilbijartina 7'ê Hezîranê û destnîşan kir: Rayedarên vê partiyê ji bo qahîmkirina desthilata xwe, bi mehneyên pûç, êrişên xwe yên dijî kurdan zêde kirine.


Pevçûnên di navbera Partya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) û hêzên ewlehiyê yên vî welatî da, ji du mehan berî niha va ku artêşa Tirkiyê pêgehên vê partiyê yên li Sûriye û hin pişkên Iraqê da ber bombeyan, girantir bûne.


PKK piştî destpêbûna êrişên hewayî yên Tirkiyê, peymana agirbesê ya sala 2013'an a bi Enqerê re kutabûyî ragihand.