Kurtulmuş: Çav û guhên hemû Tirkiyê li ser komîsyonê ne
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê got, ji bo ku ev derfeta dîrokî were nirxandin, divê em gavên xwe gelekî bi baldarî bavêjin û nêrînên xwe bi awayekî eşkere bînin zimên."
Noman Kurtulmuş derbarê komîsyonê got, "Ez dixwazim bi tekezî bêjim, ji bo ku ev derfeta dîrokî were nirxandin, divê em gavên xwe gelekî bi baldarî bavêjin û nêrînên xwe bi awayekî eşkere bînin zimên."
Civîn li Salona Merasîmê ya Parlamentoyê pêk hat.
Her wiha Alî Yerlîkaya, Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di civînê de amade bûn da ku derbarê xebatên saziyên xwe û pêşhatên dawî de agahiyê bidin komîsyonê.
Serokê Parlamentoyê, ji ber beşdarbûna wan spasiya Alî Yerlîkaya, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin kir ku dê derbarê mijarên girîng ên ewlekarî û îstixbaratê de agahiyan parve bikin.