Tebax 09, 2025 20:37 Asia/Tehran
  • Pêgîriya wezîrê karên hundur ê Iraqê li ser dabînkirina ewlehiya hemû rêyên ziyaretkiran

Wezîrê karên hundur a Iraqê li ser dewama hewldana giştalî ji bo dabînkirina ewlehiya hemû rêyên ji bo ziyaretkirên Çilê Îmam Hisên(s) pêgîrî kir.

Ebdulemîr Şemerî, wezîrê karên hundur û serokê Komîteya Bilind a Ziyaretên bi mîlyonan a Iraqê di dewama sefera xwe ya bo parêzgehên curbicur bona seredana li tiwdîrên ji bo hêsankirina meşiyana ziyaretkirên Erbeînê û dabînkirina ewlehiya wan hatine girtin, îro seredana parêzgeha Babilê kir û li wir li ser dewama hewldana ji bo dabînkirina ewlehiya hemû mêhwerên meşa ziyaretkirên Erbeînê pêgîrî kir û ji berpirsên vê parêzgehê xwest îmkanên pêwîst ji bo vegera ziyaretkaran piştî bidawîanîna ziyareta Erbeînê û ji bo veguhestina wan dabîn bikin.

Wezîrê karên hundur ê Iraqê got: Sîstimên ewlehiyê tam ji bo dabînkirina ewlehiya ziyareta Erbeînê amade ne û xurtkiirna hêzan di hemû mêhweran de berdewam e. Wî got: Rehetiya ziyaretkaran û pêkanîna şertûmercên guncaw ji bo wan, ewlewiyeta me ya sereke ye.

Serepeyv