47 terorîst di encama pevçûna bi artêşa Pakistanê re hatin kuştin
Artêşa Pakistanê ragihand hejmara terorîstên ku di encama pevçûna bi hêzên ewlehiyê re li navçeya sînorî ya eyaleta Belûçêstanê ya vî welatî de hatine kuştin, di du rojên buhurî de rabû 47 kesan.
Li gorî daxuyaniya artêşa Pakistanê operasiyona leşkerî ya dijî terorîstên ser navê Fitneya Xewaricê li navçeya Jûbê li eyaleta Belûçêstanê nêzî sînorê vî welatî bi Efxanistanê re ji bo roja duyemîn berdewam bû.
Di encama vê operasiyonê de 14 terorîstên din di encama pevçûna bi hêzên artêşa Pakistanê de hatin kuştin ku bi vî awayî hejmara gişt kesên ku hatine kuştin rabû 47 kesan.
Duh artêşa Pakistanê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên vî welatî ji bilî girtina pêşiya ketina hejmareka zav a terorîstan nav axa Pakistanê ji sînorê Efxanistanê, karîn 33 terorîstên ser bi koma Tehrîka Taliban a Pakistanê, nasyar bi Fitneya Xewaricê bikujin.