Rojnamevaneka Holendî li Tirkiyê hate girtin
Îlon 06, 2015 21:02 Asia/Tehran
Bingehên Tirkiyê ragihandin ku rojnamevaneke Holendî li başûra rojhilata vî welatî dubare hatiye girtin.
Li gor rapora ajansa Fransayê, karbidestên Tirkiyê îro yekşemê ragihandin ku Firêdrîke Gîrdînk rojnamevana Holendî li parêzgeha Hekariyê li başûra rojhilata vî welatî hatiye girtin.Hatiye ragihandin kuu Firêdrîke Gîrdînk bi xwe jî li rûpela xwe ya Twitterê ev nûça girtina xwe bi destê hêzên ewlehiya Tirkiyê piştrast kiriye.
Firêdrîke Gîrdînk li rûpela xwe ya Twitterê destnîşan kiriye ku ew û grûpekê li parêzgeha Hekariyê hatine girtin û hemû ew kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê hatine girtin, hatine zîndanîkirin.
Ji aliyê dinve wezareta karên derve yê Holendê jî îro ragihandiye ku baylozxana vî welatî li Enqerê berpirsê lêkolîna girtina Firêdrîke Gîrdînk ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ye .
Bingehên ewlehiya Tirkiyê jî ragihandine ku Firêdrîke Gîrdînk bi tawana propagandeya ji bo PKK û terorîstan dubare hatiye girtin.
Karbidestên Tirkiyê ragihandine ku Firêdrîke Gîrdînk roja şemiyê bêyî îznvergirtina ji hêzên ewlehiya Tirkiyê ketiye nav navça ku hatûçûn têda qedexe bûye.