Du endamên polîsên taybet yên Tirkiyê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûn
Îlon 06, 2015 19:43 Asia/Tehran
Li şer û pevçûna di navbera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDGH) û polîsê Tirkiyê 2 polîs li Amedê hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Basnews`ê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDGH) ku baska ciwanên PKK’ê ye li êrişa xwe ya îro ya bi roketan ya danê sibê ser taxa Hasirili ya navçeya Sûrê ya Amedê 2 polîsên tîmên taybete Tirkiyê kuştin û 3 ji wan jî birîndar kirin.Hate zanîn ku roketek li otomobîla zirxpoş a Hammer ketiye û tê de 2 polîs hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Bingehên nûçan herwisa ragihandine ku roketek din jî li kargehekê nêzîkê Navenda Asayîşa Sûrê ketiye ku hîn diyar nebûye çiqas xisaret li wê derê ketiye.
Piştî vê rûdawê hejmarek zêde yê polîsan ji Amedê ber bi navçeya Sûrê birê ketin.
Li vê navçeyê polîs dixwazin xendekan bikolin lê endamên YDGH’ê rê nadin wan.