MHP`ê Turkeş derxist
Îlon 06, 2015 19:16 Asia/Tehran
Lijneya Disiplînê ya Navendî ya MHPyê biryar da ku nûnerê Enqerê Tugrul Turkeş, ji partiyê were derxistin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Ajansa AA`yê, piştî ku Turkeş, pêşniyara Ehmed Dawûdoglu ya ji bo wezîrtiyê qebûl kir, MHP'ê di 26ê tebaxê da Turkeş, dabû Lijneya Disiplînê ya Navendî.Rayedarên partiyê, destnîşan kirin ku piştî teblîxatê Turkeş di nav hefteyekê da parastina xwe ya nivîskî û devkî nekir, ji ber vê jî Lijneya Disiplînê ya Navendî ya MHP'ê di civîna xwe ya îro da biryar da ku nûnerê Enqerê Tugrul Turkeş, ji partiyê were derxistin.
Alîkarê Serokwezîr, Turkeş di civîna çapemeniyê ya duh da wiha gotibû: "Ez endamê MHP'ê me, di hikûmeta hilbijartinê da be jî, min partiya xwe anî îqtidarê. Kes nikare ji ber vê yekê min ji partiyê derxe. Heger ez werim derxistin jî, divê cimaet û civata netewparêzan, vê biryarê bide."
Serokê Giştî yê MHP'ê, Dewlet Baxçelî jî desnîşan kiribû ku gotinên Tugrul Turkeş ên ku dibêje "Min partiya xwe anî îqtidarê" nayê qebûlkirin.