Îlon 06, 2015 19:10 Asia/Tehran
  • Nûnerekî parlemana Kurdistana Iraqê got: Dewleta Tirkiyê dê rastî nerazîbûna hemû kurdan û tirkan were

Serokê Koma Tevgera Îslamî ya Herêma Kurdistana Iraqê got: Dewleta Tirkiyê dê rastî nerazîbûna hemû kurd û tirkan were

Li gor rapora Kurdpress`ê, Şiwan Qeladizeyî Serokê Koma Tevgera Îslamî diyar kir ku parlemana Tirkiyê careke din bi biryara destpêkirina operasyonên leşkerî, projeya aştî û gotûbêjan a ligel gelê Kurd hilweşandiye û ji ber vê yekê jî wê rastî nerazîbûnên gelêrî ya kurd û tirkan were.


Şiwan Qeladizeyî Serokê Koma Tevgera Îslamî ya li parlemana Herêma Kurdistan Iraqê siyaseta dewleta Tirkiyê rexne kir û wiha got: "biryara destpê kirina şerê dijî PKK ji aliyê dewleta Enqerê hêviyên jiyanekî aştiyane û aramiyê li Tirkiyê ji holê rakiriye. Gelên li Tirkiyeyê yên weke Kurd, Tirk, Ermen, Çerkes û Ereb ji ber sedemê vê siyasetê ji niha de bi rojane li benda termên zarokên xwe dimînin."


Serokê Koma Tevgera Îslamî Şiwan Qeladizeyî destnîşan kir ku herî zêde wê hikûmeta Tirkiyeyê ji vê siyasetê ziyanê bibîne û wê rastî hêrsa gelê Kurd û gelê Tirk jî were.


Şiwan Qeladizeyî ragihand ku ev siyasetên xwetêkelî kire Enqerê bo nav karûbarên welatên navçê dê rastî nerezamendiya welatên cînar jî were.


Şiwan Qeladizeyî axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Armanca operasyona ji kuştina zarokên kurdan û kavilkirina gund û warên gelê kurd ji aliyê dewleta AKPtiştekî nediroste.