Îlon 06, 2015 19:01 Asia/Tehran
  • HDP bû partiya sêyemîn a Tirkiyê

Li go rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, Piştî ku Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP) biryar da ku parlamanterekî xwe ji partiya xwe bavêje, niha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûye sêyemên partiya mezin di meclisa Tirkiyê de.

MHP û HDP, di hilbijartinên dawî de her yekî ji wan 80 kursiyên Meclisê bi dest xistin, lê MHP herî dawî, yek ji parlamanterên xwe ji partiya xwe derxist û niha hejmara parlamanterên wê 79 parlamanter in.


Bi vî awayî HDP bûye sêyemên partiya mezin di meclisa Tirkiyê de ji ber ku li piştî AKP'ê û CHPê tê û hejmara kursiyên wê 80 ne.


MHP biryar da ew parlamanterê ku kursiya alîkarê serokwezîr di Hikûmeta Hilbijartinan de werbigire, ji partiya xwe dertêxe, ji ber ku wan biryar dabû ew di wê hikûmetê de beşdar nebin.


Lê Tugrul Turkeş, nûnerê wê partiyê û kurê Alparselan Turkeş, damezrênerê MHPê, biryar da ku di Hikûmeta Hilbijartinan de beşdar bibe.