Îlon 06, 2015 18:44 Asia/Tehran
  • Erdogan, ji bo serxweşiyê, ji bavê Alanê re telefon kir

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayîp Erdogan, bi têlefonê bi Ebdillah Kurdî bavê Alan kurdî ku meytê wê li peravê Bodrumê hatibû dîtin û kete rojeva dinyayê, telefon kir û serxweşî da wî.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Anadoluyê, Erdogan, dema ku bi Ebdillah Kurdî ra xeber da got ku ji ber mirina 2 zar û jina wî gelekî li ber xwe ketiye û wiha axivî: "Ew herdu zarok qasî ku zarokên te bûn ewqasî jî zarokên me bûn. Bi heman awayî xanima te jî xuşka me bû."


Erdogan got ku rehma Xwedê li kesên mirî be û ji Kurdî ra got, "Xwezila hûn derneketina riya behrê û me jî hûn bikirana mêvanên xwe."


Erdogan bal kişand ku ji Sûriye û Iraqê, qasî 2 milyon ereb, kurd, êzdî û tirkmen wek penaber li Tirkiyê ne, ew ê alîkariyên ji Kobanêî ra bidomînin.


Kurdî jî, ji Serokomar Erdogan ra sipas kir û got ku ew ê jî amûrên alîkariyê yên Tirkiye dişîne Kobanê bi dilrihetî li hewcedaran belav bike.
Hejî gotinê ye dema ku grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê êrişî ser Kobanê kir û xelkê vî bajarê kurdî li bakura Sûriyê aware bûn artêşa Tirkiyê li du-sê kîlometriya vî bajarî bibû temaşekir û qet negihêşte hawara wan û di nav axa Tirkiyê jî dema ku xelkê kurd dixwestin herin alîkariya biryaên xwe li Kobanê hikûmeta Erdogan netenê ew nehêştin derbasî Kobanê bibin belkî nêzîkî 50 kes ji wan jî di encama pevçûnan ku hikûmet aliyeke wê bû hatin kuştinê, lê niha ku dem nêzîkî hilbijartinên dubare yên parlemana Tirkiyê dibe, Erdogan bona bi destxistina dengê kurdan li Tirkiyê dibe dilsoj û birayê kurdan.