Îlon 06, 2015 17:02 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa PKK'ê da polîsekî Tirkiyê hate kuştin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê, ragihandin ku polîsekî vî welatî di encama êrişa endamên Partya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) da ser navenda polîsê bajarê Dêrsimê hatiye kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Asyayê, PKK piştî vê yekê ev operasiyonên xwe yên bi şidet despê kirin ku di encama êrişa balafirên Tirkiyê ser çeperên PKK li bakura Iraqê agirbesa di navbera dewleta Tirkiyê û endamên vê grûpê ji holê rabû.
Di vê êrişê da jinek û ajotvnekî trombîleka alîkarîgîhandinê jî birîndar bûn. Tê gotin di encama şer û pevçûnên vê dewrê dinavbera PKK û hêzên hikûmeta tirk bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne ku di nav wan de gelek kesên sivîl jî dikevin berçavan ku piraniya van sivîlan bi destê hêzên Tirkiyê hatine kuştin.
Pevçûnên di navbera hêzên PKK'ê û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, ji du mehan berî niha va ku ev welata êrişî pêgehên PKK'ê yên li Sûriye û bakûra Iraqê kiriye, girantir bûne.
PKK'ê piştî destpêbûna êrişên hewayî yên Tirkiyê, peymana agirbesa sala 2013'an a tev Enqerê kutabûyî ragihandiye.