Sekinîna rayedarên tirk ser berdewamiya şerê li dij PKK'ê
Îlon 06, 2015 14:32 Asia/Tehran
Tugrul Turkeş ji alîkarên Davûdoglu serokwezîrê berwext ê Tirkiyê behsa rawestana li ber PKK wek bernama sereke ya dewleta berwext dike.
Gotinên wiha ji zarê Turkeş ku nunerê partiyekê ji partiya Hereketa Neteweyî (MHP) ye , tiştek normal e. ev partiya ji wan partiyên rastxwaz ên nejadperêz, tundrew e ku heta daxwaza rawestandina muzakrên aşitiyê yên dewletê bi PKK re kiriye.Loma tekezkirina Turkeş ser rawestana dewletê li ber PKK dikare wî û MHP bi başî pîne bike.
Partiya ku ji hemen destpêka şêwirînên Davûdoglu bona pêkanîna dewleta hevalbendiyê, gişt derî ser serokwezîrê berwext ê Tirkiyê girtin û eşkere ragihand ku li dewletekê ku têde HDP jî heye beşdariyê nake.
lê bi her awayekî wer xûya dike ku behsa ser armancên dewleta berwext li bara meselên giring û ewlehiya welêt heya astekê cida ye .
Li rewşa ku Turkeş rawestana li ber PKK wek bernama sereke ya serokwezîrê dewleta berwext dixe rojevê, Idrîs Baluken serokê fraksiyona partiya Demokratîke Gelan li parlimanê eşkere behsa diyaloga şêrr ya dewletê yanî serketina bi piranî bona pêkanîna hikûmetê bi tenê li hilbijartinên zûdem û ne PKK dike.
Baluken bawer e ku koşka serokkomariyê ya Tirkiyê hewl dide ku bona du armancan planan darêje: Yekim pêkanîna rewşa ewlehiyê û şerê ku rê li ber beşdariay berfieh a gelanî li hilbijartinên giştî yên 1 Nowamberê bigre û ya dudiyan tevî parastina diyaloga şerr li welêt AKP hêvîdar e ku bikarbe li vê rewşa aloz sinaryoyên xwe yên din bi taybet bi desthilatkirina tam a AKP bigihîne encamê.
dijberên Erdogan lê bawer in ku li vê rewşa aloz ya şerrî heta pêvajoya demokrasiyê jî radiweste û eva li gorî ruhuyeta Erdogan e ku neyarên wî, wî wek kesekî qawetxwaz û dîktator dizanin .
baweriyeke wiha ji gotina Altan Tan nunerê Islamxwaz ji Diyarbekrê jî xûya ye ku dibêje çiqek ji PKK û her wiha Erdogan bixwe hewl didin rewşekê pêk bînin ku HDP bi curekê hilbijartinê boykot bike.
Wer xûya dike ku Erdogan lê digere ku dengên HDP ser xêr û kara AKP ji nav bibe û çiqeke PKK ya Tundrew jî hewl dide ku nehêle HDP bi dewletê re têkiliya wê hebe.
Herçend rayedarên HDP heya niha behsa boykotkirina hilbijartinan nekirine lê Idrîs Baloken rewşa bêewleh bona birêvebirina hilbijartinê li navçên kurdnişîn ên Tirkiyê dike.
Ne tenê HDP belkî CHP jî li bara aloztirbûna rewşa ewlehiyê li navçên kurdnişîn hişyariyê didin.
Vê adwiyê taximeke taybet ji CHP sefera navçên kurdnişîne Tirkiyê kir û li bara aloztibûna rewşa van navçana anegorî deheka nodê hişyarî da.
CHP heya niha li hember rewşa niha bertekên tund nîşan daye û heta Aylîn Nazlî Aka nunera vê partiyê li parlimanê eşkere behsa tehtîlbûna demokrasiyê li welêt dike. Wê heta siyaseta derve ya Tirkiyê ya ku bi navê jinavbirina pirsgirêkên tev welatên cînar hatibû nasandinê rexne kiriye û desnîşan kiriye ku ev siyaseta niha bûye siyaseta çêkirina pirsgirêk û krîzan ji cînaran re û dibêje ku li encama van siyasetana me li 8 welatên chanê balyozxane tinen û em bi gelek pirsgirêkên aborî û siyasî rûbirû ne û em nikarin bibin wek qaweta navçê.
Lê Davûdoglu behsa vê yekê dike ku hin dewletên navçê nikarinrewşa navxwe ya welatê xwe birêve bibin û li vî warî de pir lawazin û eva vê hizrê pêk tîne ku cardin rayedarên Tirkiyê yên AKP dil hene li bereberê hilbijartinan pirsgirêkên ku hikûmeta AKP'ê ji Tirkiyê re çêkirine bavêjhin ustiyê welatên biyan bi taybetî cînaran.