Hewildana ji bo azadkirina karkerên tirk ên ku li Iraqê hatine revandin
Îlon 06, 2015 12:58 Asia/Tehran
Rayedarên Tirkiyê ragihandin ku berpirsên partiya Komarxwaz a Gel (CHP) çûne Iraqê.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, rayedarên tirk roja şemiyê ragihandin ku berpirsên CHP`ê piştî ku gihêştine bajarê Bexdayê ligel wezareta karên derev ya Iraqê li bara berdana 18 karkerên tirk li bajarê Bexdayê, gotûbêj kirin.Rayedarên Tirk her wiha gotin ku berpirsên CHP`ê biryar e li ser pêvajoya azadkirina karkerên tirk çavdêriyê bikin.
Berpirsên partiya Komaraxwaz a Gel ku li Iraqê ne jî gotin ku gişt berpirs hewildanan xwe ji bo vegerandina kedkarên tirk bo welêt pêk tînin.
18 kes ji karkerên tirk ên ku li karistaneke çêkirina avahiyan dixebitîn, di hefteya buhurî da li Bxedaya paytexta Iraqê ahtin revandin.