Sê kuştî li encama pevçûna tev hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê
Îlon 06, 2015 09:07 Asia/Tehran
Li encama şer û pevçûnên cida li navçên curbicur ên Tirkiyê navbera Hêzên Ewlehiyê yên vî welatî û Hêzên PKK 3 kes hatin kuştinê.
Li gorî rapora Fars Newsê hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê ragihandin ku li Encama şer û pevçûna ku duh li navça Şemzînanê li parzêgeha Hekariyê qewimî kesekî sivîl bi derba gullan hat kuştin û rayeadrekî navçeyî yê partiya serdest a Dad û Geşepêdanê jî birîndar bû.Li bajarê Cizîrê li parzêgeha Şirnaxê li başûrê rojhilata Tirkiyê jî du kes li encama şer û pevçûna navbera endamên PKK û hêzên ewlehiyê hatin kuştinê. Medya Tirkiyê jî li bara birîndarbûna pir kesan li enama van êrişana agahiyê didin.
Şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKK û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ji du mehên derbasbûyî ku vî welatî çeperên PKK li Sûriyê û hin beşên Iraqê dan ber êrişan, zêde bûye .
PKK piştî destpêbûna êrişên esmanî yên Tirkiyê, peymana agirbesa sala 2003'an bi Enqerê re kutabûyî ragihand .