Dawûdoglu: Hilbijartina seranserî li Tirkiyê hema li ser wexta xwe dê birê keve
Îlon 05, 2015 20:30 Asia/Tehran
Serokwezîîrê Tirkiyê got: Hilbijartina seranserî yê pêşwext li Tirkiyê hema li ser wexta xwe dê birê keve.
Li gor rapora Rojnama Milliyet: Ehmed Dawûdoglu serokwezîîrê Tirkiyê bilî retkirina hinek ji nûçeyên derew li ser hêtimala paşdaketina hilbijartina seranserî yê pêşwext li Tirkiyê ji ber meselên ewlehiyê li vî welatî got: Tu kes şik neke ku hilbijartina seranserî li Tirkiyê hema li ser wexta xwe yanî li ewila Novambrê û gor qayde û qirarên navnetewî û çarçîvên hiqûqî dê biirê keve.Ehmed Dawûdoglu bilî rexneya ji partiyên neyar got: Ew tiştên ku bona hilbijartinê wekî gef û xeter têne hisab ew siyasetin ku hedefa wan derbelêdana bi AKP ye.
Ehmed Dawûdoglu li bara gotinên Selahedîn Demîrtaş hevserokê HDP ku ragihandibû li rewşa wiha da birêketina hilbijartinan li rojhilata Tirkiyê îmkan tunegot: Pêştir li rewşên dijwartir ji rewşa îro jî li Tirkiyê hilbijartin birêketibû.