Tebax 29, 2015 12:18 Asia/Tehran
  • Girtina 2 nûçegihanên inglîzî li Tirkiyê

Du nûçegihanên inglîzî yên kanala Wais News'ê bi tawana amadekirina raporekê li bara alugûrên navçeyeka kurdnişîn a başûra rojhilata Tirkiyê hatin girtin.

Li gorî rapora roja înê ya malpera nûçeyan a Radîkalê, ev 2 nûçegihanên inglîzî li pêvajoya xwenîşandana kurdan li dijî ragihandina rewşa awarte li bajarên Lîce û Sîlwanê ser bi parêzgeha kurdnişîn a Diyarbekrê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin girtinê.
Hin medyayan hegera girtina wan nûçegihanan tev wergêrê wan ku xelkê Tirkiyê ye, amadekirina rapora li bara navçeyên piranî kurdnişîn bêyî îzna dewletê dane zanîn lê, heya niha li vê barê gotinên fermî nehatine kirin.
Çavkaniyên hanê ragihandin ku Cîk Hanrahan û Fîlîp Pendlborî ji aliyê wezîfedarên ewlehiyê li navça Baxlarê li parzêgeha Diyarbekrê va hatin girtin.
Li encama şer û pevçûnên çekdariyê yên PKK tev eskerên artêşê li nav axa vî welatî û bombarana navendên vê grûpê ji aliyê balefirên şêrr ên Tirkiyê li 52 rojên buhurî 61 hêzên ewlehiyê û 934 dijberên kurd hatine kuştinê.